Di encama pevçûnên dijwar ên 16-19ê mijdarê de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê qewimî de helîkoterek hate xistin û 38 leşker hatin kuştin. Hat diyarkirin ku di van pevçûnan de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG (HPG-NÇR) derbarê pevçûnên dijwar ên li navçeya Şemzînana Colemêrgê de agahiyên berfireh da û got; “di 16’ê mijdarê de li navçeya Şemzînana Colemergê di operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî bejahiya Şemzîanê lidarxistibû, gerîlayên me derbeyên giran li dijmin xist”
38 LEŞKER HATIN KUŞTIN
HPG-NÇR got; “Di 16’ê Mijdarê de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Çiyayê Govendê û Girê Silorê ji aliyê artêşa dagirker a tirk opersayonek hatiye lidarxistin. Li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Silor bi cîh bûne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin” û wiha domand; “Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Operasyona li vê herêmê di 17’ê mijdarê de piştî nîvro paş de vekişiyaye. Piştî vê operasyonê artêşa dagirker a tirk heta danê êvarî li dijî vê herêmê bi hewan û obusan, danê şev jî bi balefirên şer bi dijwarî û bê navber bombebarankiriye.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPGê aşkere kir ku 18’ê Mijdarê de di saet 06.00’an de li dijî “yekîneyeke dijmin” a xwestiye bi dizî bikeve herêma Xapûşkê ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û ev agahî da: “Di encama vê çalakiyê de 17 leşker hatine kuştin, 3 çekên melez ê HK33, çekek M16, çekeke sûîkastê, 2 çenteyên piştê û gelek alavên leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin. Heta danê êvarî di navbera leşkerên dijmin ên xwestine werin mudaxeleyê pevçûnên dijwar qewimiye, herweha herêm bi helîkopterên kobrayan, hewan û obusan bi dijwarî hatiye bombekirin.”
HELÎKOPTER HAT XISTIN
HPG-NÇRê di berdewama daxuyaniya xwe de da zanîn helîkoptereke skorsky hatiye xistin û diyar kir ku gerîlayan li dijî helîkoptereke skorsky ya di dema pevçûnan de xwestiye hêzên xwe veguhezîne çalakiyek hatiye lidarxistin û got; “Helîkoptera skorky ya xwestiye li herêma Xapûşkê daxîne ji aliyê gerîlayên me bi awayeke bandor hatiye lêdan, helîkoptera giran derbe xwariye dema xwestiye ji herêmê dûr bikeve di navbera gundên Bêtkarê û Bêsosin de ketiye xwarê û 20 leşkerên di hundirê wê de hatine kuştin. Helîkptereke din a skorsy ya ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan, derbe xwariye û naçar maye li Girê Silor bi lezgînî daxîne xwarê.”
2 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê derbarê encamên pevçûna sê rojan de ev agahî da: “Di encama van pevçûnan de 38 leşker hatine kuştin, helîkoptereke skorsky hatiye xistin û 2 rêhevalê me jî gihîştiye şahadetê. 3 rêhevalê me yê ji yekîneyên xwe qut bûne heta 20’ê Mijdarê danê nîvro jî agahî nehatibû girtin. Nasnameyên rêhevalên me yê gihîştine şahadetê dema hate zelalkirin wê ji raya giştî re were parvekirin. Operasyona li herêmê di 19’ê Mijdarê de beşek jê paş de vekişiyaye lê hîn jî tevgera yekîneyên veşartî li herêmê berdewam dike.”