Li Şemzînanê 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan

Li Şemzînanê 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan

HPG’ê da zanîn ku li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di encama pevçûnekê de sê gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) diyar kir ku di encama pevçûna di 13’ê cotmehê de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê qewimî de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG (HPG-NÇR) got; “Di 12’ê cotmehê de herêma Bêgoza ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê di navbera gerîlayên me yên ku çûbûn wezîfeyê û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimî. Di encama pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di vê pevçûnê de 3 hevalên me bi berxwedanî li ber xwe dane û gihiştine şehadetê.

Nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dan wiha ne:

-Lezgîn Ozdemîr, bi nasnavê Yaşar Jîrkî, li navçeya Elkê ya Şirnexê ji dayik bûye.

-Cuneyt Basuk, bi nasnavê Serdar Alan, li Wanê ji dayik bûye.

-Hamdî Demîr, bi nasnavê Dilgeş Marûfî, li Colemêrgê ji dayik bûye.