Li Tetwanê 3 kes hatin derbkirin û binçavkirin

Hat diyarkirin 3 kes ji aliyê polîsan hatin derbkirin û binçavkirin.

Hat diyarkirin ku 3 kes ji aliyê polîsan hatin derbkirin û binçavkirin.

Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, li navçeya Tetwan a Bedlîsê Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Bedlîsê Savaş Ulku, endamê KESK’ê Erhan Kose û Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Tetwanê Sûat Mîhyaz hatin binçavkirin.Savaş Ulku dema hat binçavkirin ku li nûçegihanê DÎHA geriya, got ku li navenda Tetwanê li derdora Sîteyên Nûrkent, ji aliyê zêdetirî 20 kesan hatine derbkirin û bi darê zorê hatine desteserkirin.

3 kesên ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin piştî Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê birin Midûriyeta Polîsan.