Li Tendurekê topbaran û tevgera helîkopteran
Li Çiyayê Tendurekê, ku bi rojan e şer lê giran e, helîkopterên artêşa Tirk digerin. Artêşa Tirk topan davêje herêmê.
Li Çiyayê Tendurekê, ku bi rojan e şer lê giran e, helîkopterên artêşa Tirk digerin. Artêşa Tirk topan davêje herêmê.
Li Çiyayê Tendurekê, ku di navbera navçeya Ebex a Wanê û Giyadîn a Agiriyê de cih digire, operasyona leşkerî dewam dike. Ji duh bi şev û vir ve helîkopter li ser herêmê digerin.
Li gorî agahiyên ji şêniyên gundê Çobana Qakisa hatin wergirtin, artêşa Tirk danê sibehê dest bi topbaranê kir.