Li taxên Başak û Barbaros ên Silopiyayê hilweşandin didome

Hêzên çekdar ên rejîma AKP’ê li taxên Başak û Barbaros ên navçeya Silopiya ya Şirnexê malan hildiweşînin.

Hêzên çekdar ên rejîma AKP’ê li taxên Başak û Barbaros ên navçeya Silopiya ya Şirnexê malan hildiweşînin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê tevî “qedexeya derketina derve” duh bi qismî hate rakirin jî li ser taxên Barbaros û Başakê dorpêç didome. Li taxan di çarçoveya “biryara gelemperîkirinê” hilweşandina malan didomînin, li taxên Barbaros û Başakê ku hilweşandin lê didome, li serê her kolanekê wesayîtên zirxî hatine bicihkirin.

Li taxan karên rojnamegeriyê jî bi biryara walîtiyê hê jî qedexe ye.