Li Stockholmê rejîma Îranê hat protestokirin

Li paytexta Swêd Stockholmê, Kurdistanî û dostên wan ji bo Îranê şermezar bikin cara sêyemîn daketin meydanan.

Li paytexta Swêd Stockholmê, Kurdistanî û dostên wan ji bo Îranê şermezar bikin cara sêyemîn daketin meydanan.

Li ser banga Komîteya Swêdê ya PJAK'ê, Platforma Zagrosê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Stockholmê, saet di 12'an de li Meydana Sergel a Stockholmê xwepêşandanek hat lidarxistin. Xwepêşandan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şoreşgerên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin, destpê kir.

Komek ji Kurdistaniyan bi armanca şermezarkirina darvekirinên li Îranê çavên xwe girê dan, bend xistin stuyê xwe û wêneyên girtiyên siyasî yên li Îranê hatine bi darve kirin û yên bi rîska darvekirinê re rû bi rû ne, vekir.

Di axaftinên li ser navê Komîteya Swêdê ya PJAK'ê, Platforma Zagrosê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Stockholmê, KODAR û Meclîsa Jinên Kurd a Amara de hat destnîşankirin, ku piştî hilbijartina Hasan Rûhanî ji bo Serokkomariyê, darvekirin û binpêkirina mafên mirovan li Îranê zêde bûne. Di serî de Neteweyên Yekbûyî, ji Yekîtiya Ewropa û saziyên navneteweyî hat xwestin, ku ji bo rawestandina darvekirinan bikevin nava tevgerê û zextê li rejîma Îranê bikin.

Di çalakiyê de nameya Saman Nesîm a beriya were darvekirin nivîsandibû, hat xwendin. Kurdistanyan ji bo agahdarkirina raya giştî ya Swêdê li ser rewşa li Îranê belavok û nameya Nesîmî bi Îngilîzî û Swêdî hatibû wergerandin, belav kirin.

Di xwepêşandanê de dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijmire Rejîma Îranê ya Îslamî" "Bijî Berxwedana Urmiyê" hatin qîrîn.