Li Stenbolê operasyona bi desteka helîkopteran

Li Stenbolê operasyona bi desteka helîkopteran

Li Stenbolê yekîneyên polîsan li hemberî DHKP-C'ê operasyon li dar xist. Di encama operasyonê de gelek kes hatin binçavkirin.

Yekîneyên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê yên Midûriyeta Polîsan a Stenbolê serê sibê saet di 05.30'an de bi ser gelek navnîşanda de operasyona hemwextî li dar xist.

Tîmên taybet û polîsên hêzên çewîk bi ser Komeleya Azadîxwaz û Mafan a Okmeydani ya li Kolana Piyalepaşa ya Semta Okmeydani ya navçeya Beyoglu ya Stenbolê de girtin.

Di operasyona tê gotin li hemberî DHKP-C'ê pêk hat de helîkopteran jî piştgirî dayê. Di dema serdagirtinê de polîsan der û paç şikandin û hektin hûndir. Polîsan li Okmeydaniyê bi ser malekê de jî girtin. Di serdagirtinan de gelek kes hatin binçvkirin û lêgerîna polîsan berdewam dike.