Li Şirnexê zarokan bi cîsmekî dîtin lîstin: 2 birîndar
Ji ber cîsmê ku zarokan dîtin û pê dilîstên teqiya, 2 zarok birîndar bûn.
Ji ber cîsmê ku zarokan dîtin û pê dilîstên teqiya, 2 zarok birîndar bûn.
Li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê dema zarokan li eraziyek vala bi cîsmekî dîtin pê dilîstên teqiya. Ji ber teqîna hê sedema wê nayê zanîn 2 zarokên bi navê H:A û A.G. birîndar bûn. Rewşa her du zarokên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê giran in, hate hînbûn ku nexweşxane ji aliyê polîsan hatiye dorpêçkirin.
Her wiha hate hînbûn ku zarokên ku rewşa wan giran e sewqî Êlihê hatine kirin.