Li Şirnexê wesayîtek zirxî hat îmhakirin
Li Şirnexê di roja 17’emîn a êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê de li taxên Dîcle, Gazîpaşa, Cûmhûriyet û Îsmetpaşayê şerên dijwar diqewimin. Li Taxa Îsmetpaşayê wesayîtek zirxî hate îmhakirin.

Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk di roja 17’emîn de dewam dike, şerên dijwar ên danê sibehê destpê kirin bê navber didomin. Şer li taxên Dîcle, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa û Gazîpaşayê dijwar bûne, hate diyarkirin ku wesayîtek zirxî ya ji qada malên malbata cerdevanan a Tataran hewl daye bikeve Taxa Îsmetpaşayê hatiye îmhakirin. Ji qada tê gotin ku wesayîta zirxî hatiye îmhakirin dûmanên reş bilind dibin. Gelek ambûlans û hêzên taqwiye şandin qadê.
Di şerên li taxên Dîcle û Cûmhûriyetê de jî li hin malan şewat derket, ji malan dûman bilind dibe. Li qada di navbera du mizgeftan a li Taxa Gazîpaşayê û Qada Omer Kabakê şerên dijwar dewam dikin.
Ji wesayîtên zirxî tax bê navber tên gulebarandin, li hember taxên berxwedanê jî êrîşên bi tank, obus û hewanan didomin.