Li Şirnexê teqîn û tevgera hewayî
Li Şirnexê, piştî şerê duh bi şev li taxên Dîcle û Cûmhûriyetê du teqînên dijwar rû dan. Piştî teqînan ambûlansan berê xwe dan herêmê. Di tevahiya şevê de liv û tevgera hewayî li herêmê hebû.

Li Şirnexê ku berxwedana li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewletê di roja 19. de ye, ev 3 roj in bê navber şer diqewime. Şevê din jî şerekî dijwar qewimî û û li taxên Bahçelîevler, Cûmhûriyet, Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Yenîmahale û Dîcleyê şevê dengê çekan bilind dibû.
Di navbera hêzên dewletê yên dixwestin bi tankan bikevin nava taxên berxwedanê û şervanên YPS/YPS-JIN'ê de şerekî dijwar rû da. Şevê li bajêr û çiyayê Cudî tevgera helîkopter û balafirên keşfê pêk hat. Serê sibê jî li herêma di navbera taxên Dîcle û Cûmhûriyetê de du teqînên mezin pêk hatin. Piştî teqînan ji 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan ber bi herêma şer ve gelek ambûlans hatin sewqkirin.