Li Şirnexê tax dane ber obusan
Li Şirnexê şerê li derdora 3 taxên ku bê navber dane ber obusan dijwar bûne.
Li Şirnexê şerê li derdora 3 taxên ku bê navber dane ber obusan dijwar bûne.
Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê yên dewletê di roja 20’emîn de dewam dike, ji saetên nîvro ve êrîşên li ser taxên Yenî, Bahçelîevler û Îsmetpaşa dijwar bûn. Bi tankên li derdora bajêr hatine bicihkirin tax tên topbarandin, ji milê din jî bi obus û hewanan tax tên bombekirin. Bi taybet tê dîtin ku ji malên top lê ketine dûmanên reş bilind dibin, ji ber tax bi topên obusan tên bombekirin jî di hin malan de şewat derketiye.
Li derdora taxên tên bombekirin jî şerên dijwar diqewimin.