Li Şirnexê şerên dijwar diqewimin

Bi saetên êvarî ve li Şirnexê şer û bombebaran girantir bû. Ji Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê ya ku berê 2 caran bibû hedefa YPS’ê jî dûman bilind dibin.

Bi saetên êvarî ve li Şirnexê şer û bombebaran girantir bû. Ji Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê ya ku berê 2 caran bibû hedefa YPS’ê jî dûman bilind dibin.

Li seranserî bajarê Şirnexê ku êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk di roja 36’emîn de didome, şerên dijwar pêk tên. Bi obusên li derdora bajêr hatine bicihkirin ve di serî de taxên Bahçelîevler, Yejî, Dîcle, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Gazîpaşa têne bombekirin, li gelek nuqteyan jî şerên bi şîdet pêk tên.

Hate dîtin ku ji nîzamiyeya Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê jî dûman hil dibin. Bi şerên li derdora Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê ku berê 2 caran bû hedefa hêzên YPS’ê, hate dîtin ku li qadê çeteyên Qesrê direvin.

Her wiha hate dîtin ku bi obus û tankên li Çakirsogutê hatine bicihkirin jî taxên Bahçelîevler û Yenî têne bombekirin. Taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê jî bi tank û obusên li Mişûlê û Serê Sirkê hatine bicihkirin ve têne bombekirin.

Dîsa li qadên di navbera taxên Yenî, Tekser, Gazîpaşa, Qada Omer Kabak û 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan de şerên dijwar diqewimin. Li gel vê ji ber bombekirina zêde ji taxên Yenî û Îsmetpaşayê jî dûman bilind dibin.