Li Şirnexê şerê herî dijwar ê rojên dawî diqewime

Li Şirnexê, ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk şerekî dijwar diqewime. Hêzên dewletê yên nikarin bikevin nava taxan, bajêr dişewitînin û xera dikin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan, berxwedana xwerêveberiyê ya li Şirnexê di roja 34. de ye. Bomberdûmana li hemberî bajêr bê navber dewam dike û şerekî dijwar diqewime. Li taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê bomberdûman û şerê herî dijwar ê rojên dawî diqewime. Ji ber bomberdûmana bi rojan, bi sedan xanî û kargehên li van her du taxan bi erdê re bûn yek.

HÊZÊN DEWLETÊ XANIYAN XERA DIKIN

Tevî taxên berxwedana xwerêveberiyê, li taxên Gundogdû, Tekser û Vakifkentê jî şerekî dijwar qewimî. Der barê encama vî şerî de agahiyeke berfireh bi dest neket. Hat hînbûn, ku ji ber bomberdûmanê xisar li gelek malan bûne. Piştî topbarana li hemberî taxa Yenî, li derdora taxê şerekî dijwar destpê kir û hînê dewam dike.

Di vê navberê de gelek kargehên li navenda bajêr ji aliyê hêzên dewletê ve tên şewitandin. Di dîmenekî hat weşandin de xuya dike, ku hêzên dewletê agir berdidin avahiyekê. Destûr nehat dayîn ku ekîbên arkujiyê şewata bi avahiyê ketiye vemirîne.

LIV Û TEVGERA AMBÛLANSAN

Li aliyê din, piştî ku pêr li taxa Îsmetpaşa 3 taxên tîmên taybet lê bi cih bûn bi teqemeniyan hatin rûxandin, liv û tevgereke zêde ya ambûlansan destpê kir. Ev tevger hînê dewam dike. Ambûlansên ser bi Ekîbên Medîkal a Neteweyî (UMKE) ya AFAD'ê di navbera Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor de diçûn û tên.

41 TÎMÊN TAYBET DI BINÊ XIRBEYÊ AVAHIYAN DE MA BÛN

Di binê xirbeyê 3 avahiyên pêr hatibûn rûxandin de 41 tîmên taybet ma bûn û piraniya van miribûn.