Li Şirnexê şer û bomberdûman dewam dikin
Li Şirnexê duh tevahiya şevê taxên berxwedanê hatin bombekirin. Li bajêr şer jî dewam dike.
Li Şirnexê duh tevahiya şevê taxên berxwedanê hatin bombekirin. Li bajêr şer jî dewam dike.
Li Şirnexê, ku êrîşên çeteyên qesrê di roja 17. de ne, duh tevahiya şevê taxên Yenî, Dîcle, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa, Bahçelîevler bi top û obusan hatin bombekirin. Ji ber bomberdûmanê şewat bi gelek xaniyan ket. Her wiha ji maşînên zirxî demeke dirêj gule li taxên berxwedanê hat reşandin.
Ber destê sibehê çeteyên qesrê hewl dan bikevin taxên Dîcle, Cûmhûriyet û Îsmetpaşa. Hêzên YPS û YPS Jin dest li vê hewldanê werdan û şer derket.
Şerê li taxên berxwedanê dewam dike. Ji 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan gelek ambûlans sewqî herêmê hatin kirin.