Li Şirnexê şer giran e
Li taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Dîcle yên Şirnexê, şerekî dijwar diqewime. Sewqiyata leşkerî ya ber bi bajêr ve jî bênavber dewam dike.
Li taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Dîcle yên Şirnexê, şerekî dijwar diqewime. Sewqiyata leşkerî ya ber bi bajêr ve jî bênavber dewam dike.
Li navenda bajarê Şirnexê, êrîşên qirkirinê yên di bin navê 'qedexeya derketina derve' de tên kirin, di roja 18. de ne. Şerê ku berî du rojan li navenda bajêr dijwar bû, dewam dike. Duh tevahiya şevê li taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Dîcleyê şer dewam kir. Tevî vî şerî, hêzên dewleta Tirk bi çekên giran êrîşî taxên berxwedanê kirin. Li bajêr car carna dengê teqînên dijwar tê.
Li aliyê din, li ser bajêr balafirên keşfê jî bi şev geriyan. Ji aliyê Cizîrê ve jî konvoyeke ji 20 maşînên leşkerî çûn 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan.