Li Şirnexê şer dijwar bûn

Li Şirnexê şerên di navbera hêzên çekdar ên rejîma AKP’ê û YPS/YPS-Jinê ku ji ber mija bajar dorpêç kirî demekê rawestiyabû, danê êvarî dîsa dijwar bûn.

Li Şirnexê şerên di navbera hêzên çekdar ên rejîma AKP’ê û YPS/YPS-Jinê ku ji ber mija bajar dorpêç kirî demekê rawestiyabû, danê êvarî dîsa dijwar bûn.
Li Şirnexê ku li hember êrîşên qirkirinê yên dewletê 15 roj in berxwedan didome, şerê ji ber mij û baranê demekê rawestiyabûn, danê êvarî dîsa dijwar bûn. Hate dîtin ku bi taybet di êrîşên bi top û obusan ên li ser taxên Dîcle, Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê de gelek mal şewitîn.
Hêzên çekdar ên rejîma AKP’ê ku bi bomberdûmanê ve hewl dan bikevin taxan rastî bersivdayina hêzên YPS/YPS-Jin hatin.
Şerê ku li Taxa Îsmetpaşa giran bûye, dewam dike.