Li Şirnexê li hember wesayîta zirxî çalakî: 1 jê giran 4 birîndar

Li Şirnexê hêzên YPS û YPS-JIN’ê li hember wesayîteke zirxî çalakiyek li dar xistin, di encama çalakiyê de 4 tîmên taybet birîndar bûn.

Li Şirnexê li hember êrîşên dijwar berxwedan di roja 33. de dewam dike. Hêzên YPS û YPS-JIN’ê li hember wesayîteke zirxî çalakiyek li dar xistin. Di saet 19:00’ê şevê de li hember wesayîta zirxî ya li ser Rêya Ahmet Yesevî çalakiyek bi roketan hate lidarxistin.

Hat ragihandin ku di wesayîta zirxî ya ku bêkêr bû de 4 tîmên taybet birîndar bûn, hate hînbûn ku rewşa yekî ji wan giran e. Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Wesayîta zirxî ya bêkêr bûyî jî bi wesayîta barhilgir rakirin pêşiya avahiya Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê.