LEZGÎN

Li Şirnexê li hember tîmên taybet çalakî: Mirî û birîndar hene

Li Şirnexê hêzên YPS û YPS-Jin li hember wesayîta zirxî ya Akrep çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de çeteyekî Qesrê hate kuştin û 2 jî birîndar bûn. Li Taxa Bahçelîevlerê jî di malekê de teqînek pêk hat, çete careke din di bin xirbeyan de man.

Li Şirnexê li hember êrîşên qirkirinê berxwedan di roja 36. de berdewam dike, şer hê dijwartir bûn. Di saetên nîvroyê de hêzên YPS û YPS-Jin li hember wesayîtekî zirxî ya Akrep çalakiyekî bi roketan pêk anîn. Di çalakiyê de wesayît bêkêr bû, çeteyekî qesrê mir û 2 jî birîndar bûn.

Çeteyê mirî û her du çeteyên bi giranî jî birîndar bibûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

ÇETEYÊN QESRÊ DÎSA DI BIN XIRBEYAN DE MAN

Li aliyê din dema ku çeteyê Qesrê xwestin bikevin maleke a li Taxa Bahçelîevlerê teqînek pêk hat. Ji ber teqînê mal hilweşiya, têkildarî kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.