Li Şirnexê geraj bi kelûpelên jiyanî ve hate şewitandin
Çeteyên Qesrê, li Şirnexê geraja bajêr li gel kelûpelên pêwîst dan ber agir.
Çeteyên Qesrê, li Şirnexê geraja bajêr li gel kelûpelên pêwîst dan ber agir.
Çeteyên Qesrê, li Şirnexê geraja bajêr li gel kelûpelên pêwîst dan ber agir.
Li Şirnexê çeteyên Qesrê bajar dişewitînin û hildiweşînin, îro jî geraja Şirnexê dan ber agir. Çeteyên Qesrê 45 roj in bajar bi awayekî sîstematîk hildiweşînin. Duh hêzên dewletê, tîmên agirkuj ji otogarê derxistibûn, di saetên sibehê de jî ev geraja Şaredariya Şirnexê dan ber agir. Nêzî 4 TIR alavên mîna kon, betenî, doşek û xurek ên ji bo rewşên lezgîn hebûn hemû şewitandin.
Ji bo destwerdanê jî rê nedan ku tîmên agirkuj biçin agir vemirînin. Bi destpêkirina dorpêçê re tîmên agirkuj ên Şaredariya Şirnexê li avahiya gerajê bi cih bibûn. Duh tîmên agirkuj li gel wesayîtên zirxî ji avahiya vê otogarê derxistibûn.
Ji avahiya ku vê sibehê şewitandin dûman bilind dibe; hat dîtin ku kepçeya zirxî li derdora avahiyê rawestiyaye. Agirê di gerajê de hê jî dewam dike.
Avahiya ku bûye mijara gotinê di demên dawî de bi fîşkirina memûrên lê ketibû rojevê. Ev memûran ji navnîşana "@Tweet_Guneydogu" yê kesekî girêdayî AKP-Ergenekonê tê nasîn, bi parvekirinên xwe ev avahî weke hedef dabû nişandan. Her wiha diyar kiribû ku kelûpelên di avahiyê de divê bêne şewitandin.