Li Şirnexê ev 12 saet in şer diqewime
Li Şirnexê ku berxwedana xwerêveberiyê di roja 25. de ye, ji duh êvarê û vir ve li taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Vakifkentê, şerekî dijwar diqewime. Topbarana li hemberî taxan jî dewam dike.
Li Şirnexê ku berxwedana xwerêveberiyê di roja 25. de ye, ji duh êvarê û vir ve li taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Vakifkentê, şerekî dijwar diqewime. Topbarana li hemberî taxan jî dewam dike.
Li Şirnexê ku ev 25 roj in êrîşên çeteyên Qesrê bênavber dewam dikin, ji duh êvarê ve şerekî dijwar diqewime. Çeteyên Qesrê bi çekên giran danê êvarê êrîşî taxên Cûmhûriyet û Îsmetpaşa kirin. Li ser bersiva endamên YPS û YPS Jinê şer destpê kir û ev 12 saet in şer bênavber dewam dike.
Li herêmên şer lê giran bûye, dengê teqînan jî tê. Hêzên dewleta Tirk heta danê sibehê obus û hawan avêtin taxên berxwedanê. Çeteyên Qesrê yên hewl didin bikevin taxên Yenî, Bahçelîevler û Gazî û di navbera çeteyan û endamên YPS/YPS Jinê de şer diqewime. Cihekî din ê şer lê giran bûye, Taxa Vakifkent e. Li derdora avahiya SGK a taxê, şerekî dijwar heye. Li bajêr ev 12 saet in şer bênavber diqewime. Der barê encama şer de hînê agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin. Gelek ambûlans sewqî herêmê hatin kirin. Tevahiya şevê liv û tevgera ambûlansan hebûn. Ambûlansên çûn cihê şer, dema vegeriyan yekser berê xwe dan 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan.
Bi tankên li nêzî taxên Dîcle û Bahçelîevlerê hatine bicihkirin, yek bi yek xaniyan xera dikin. Ji ber bomberdûmanê şewat bi gelek xaniyan ketin û destûr nayê dayîn kuk arkuj şewatê vemirînin.
Li aliyê din, tevgera balafirên keşfê yên bêmirov û helîkopteran, li bajêr dewam dike.