Li Şirnexê êrîşên çeteyên Qesrê hatin şikandin

Hêzên rejîma Tirk ên hewl dan bikevin nava taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyet ên Şirnexê, ji ber berxwedana endamên YPS/YPS Jinê neçar man vekişin. Her du tax, ji danê sibehê ve bê navber tên bombekirin.

Li Şirnexê berxwedana li dijî terora dewleta Tirk di roja 31. de ye. Hêzên rejîma Tirk ên hewl dan bikevin nava taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyet ên Şirnexê, ji ber berxwedana endamên YPS/YPS Jinê neçar man vekişin. Her du tax, ji danê sibehê ve bê navber bên bombekirin.

BOMBE LI HER DU TAXAN TÊN BARANDIN

Tîmên taybet ên dewleta Tirk, duh bi şev ji herêma Mala mamosteyan û Kaniya Jêr hewl dan xwe berdin nava bajêr. Hêzên YPS/YPS Jinê li hemberî çekdarên rejîmê li ber xwe dan. Di encama şerê li vê derê de hêzên dewleta Tirk ji neçarî xwe ji herêmê vekişandin û ji dûr ve dest bi bomberdûmanê kirin. Ji danê sibehê ve bomberdûmana bi tank, top û obusan a li hemberî taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê dewam dike.

Li taxa Bahçelîevlerê jî, ji ber bomberdûmanê gelek xanî xera bûn. Li gorî agahiyên ji sivîlên taxê hatine wergirtin, tiştek bi kesî nehatiye, lê gelek xanî hatine şewitandin.