Li Şirnexê, êrîşên qirkirina siyasî û berxwedana li hemberî van êrîşan di roja 25. de ne. Dewleta Tirk ji 14'ê Adarê û vir ve bi hemû çek û teknolojiya xwe re bê navber êrîşî bajêr dike, lê li hemberî hêzên berxwedanê bi gavekê jî bi pêş de neçûye. Hêzên dewleta Tirk ên derbên giran dixwin, fermana Serokkomarê Tirk Erdogan ku got, 'Eger pêwîstî pê hebe wê cihên operasyonê bi temamî werin valakirin û ji dûr ve bên xerakirin' ji roja destpêkê ve li Şirnexê bi cih tînin.
TAX TÊN BOMBEKIRIN
Piştî ku li 7 ji 12 taxên bajêr berxwedana xwerêveberiyê destpê kir, Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Sû daxuyanî da û got, "Em ê di nava 20 rojan de paqij bikin". Di ser vê gotinê re 25 roj derbas bûn û berxwedan li gelemperiya bajêr belav bû. Ji roja destpêkê ya êrîşê ve ji 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan, ji Tûgaya Jendermeyan a Çakirsgout, navenda tîmên taybet Gumuşteke û ji herêma Sîn û Ber a li ser rêya Sêrtê bi tank, top, obus, fuze û hawanan bombe li bajêr tên barandin. Hêzên dewleta Tirk bi taktîka 'wê topa hawanê li her malê bikeve' dest bi êrîşê kirin û di encamê de bi sedan xanî xera kirin.
Ji destpêka dorpêçiyê û vir ve hêzên dewleta Tirk 5 caran bi berfirehî hewl dan bikevin taxên berxwedanê Yenî, Bahçelîevler, Dîcle, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Yeşîlyûrtê. Li pêşberî berxwedana endamên YPS û YPS Jinê neçar man xwe vekişînin û bomberdûmana xwe dewam kirin. Hêzên dewleta Tirk bi taybetî bombe li taxên Vakifkent, Gundogdû, Tekser û Şehrî Nûh barandin, cihên îbadetê yên li bajêr bombe kirin. Li bajêr ji ber bomberdûmana hêzên rejîma AKP'ê, 7 mizgeft û 3 Qursên Quranê xera bûne.
DEWLET NIKARE BI PÊŞ DE BIÇE
Navenda Şirnexê ku qadeke çiyayî ye, ji taxa Yenî heta Bahçelîevler, Dîcle, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Yeşîlyûrtê xeteke berxwedanê hat avakirin. Hêzên dewleta Tirk gelek caran hewl dan vê xeta berxwedanê bişikînin, lê her carê rastî çalakiyên YPS û YPS Jinê hatin.
Di nava 25 rojand e hêzên dewletê bi tenê karîbûn xwe bigihînin kolana bi dîwarê tumenê ve zeliqî. Hêzên dewletê li vê herêmê jî nîne, bi tenê tankek û maşînên zirxî li serê kolanê bi cih kirine û bi vî rengî tumenê diparêzin. Taxa Yeşîlyûrt ku taxeke biçûk e û 'şerê taktîkê' lê bi xurtî diqewime, ji bilî vê kolanê bi temamî di bin kontrola endamên YPS û YPS Jinê de ye.
Di roja 10. a berxwedanê de endamên YPS û YPS Jinê li taxên Vakifkent, Gundogdû û Tekserê li hemberî hêzên dewletê çalakî pêk anîn û berxwedan li gelemperiya bajêr belav kirin. Piştî ku berxwedan li tevahiya bajêr belav bû, 2 caran li hemberî Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogut êrîş hat kirin û bi vî rengî berxwedan derket derveyî bendan û bajêr. Her wiha kuştina polîsekî tevgrea taybet li herêma Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê û çalakiya bi roketan a li hemberî avahiyeke polîsên tevgera taybet lê bûn, nîşan da ku berxwedan dora xwe fireh dike. Di heman demê de li hemberî konvoya Waliyê Tirk ê li Şirnexê Alî Îhsan Sû yê Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogut ziyaret kir, li hemberî avahiya hikûmetê û lojmanên polîsan çalakî hatin lidarxistin.
DEWLET KUŞTIYÊN XWE VEDIŞÊRE
Polîtîkaya veşartina cenazeyan a dewletê, ku li qadên din ên xwerêveberiyê jî meşand, li Şirnexê jî didomîne. Di nava 25 rojên şerê navbera hêzên dewleta Tirk û endamên YPS/YPS Jin de herî kêm 38 endamên POH û 5 JOH hatin kuştin; li gorî meqamên fermî bi tenê 5 ji van mirin e. Kordînasyona Giştî ya YPS'ê beriya niha dabû xuyakirin, ku di şer de çeteyên DAIŞ'ê jî hatine kuştin û cerdevanên tevlî êrîşan dibin, cenazeyan li mezbaxaneya Şaredariya Şirnexê vedişêrin. Li aliyê din cerdevanê bi navê Abdullah Fîdan,li herêma Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ji ber ku bi leşkeran re nîqaş kir, ji aliyê leşkerekî ve hat kuştin.
Wekî din, gelek maşînên zirxî yên ji bo li xeta Dîcle, Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê bên bicihkirin û herî k^m 2 maşînên kar ên ji bo rakirina bendan anîn, hatin îmhakirin.
PROPAGANDA ŞERÊ TAYBET
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk di daxuyaniya xwe ya duh de got, "Li Şirnexê 156 terorîst hatin bêbandorkirin". Fermandarên artêşê yên li herêmê bi xwe jî ji vê daxuyaniyê bawer nakin. Sercerdevanekî li Şirnexê tevlî operasyonan bû, ji leşkerekî payebilind ê li herêmê operasyonê dimeşîne, daxuyaniya Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk pirsî û li ser vê yekê leşker got, "Ev mirov li her derê bi cih bûne. Ez bêjim ji Serokartiya Fermandariya Giştî re."
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê di daxuyaniyên xwe yên demên cuda de ragihandibû ku di nava berxwedana 25 rojan de 11 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane. 1 jê jin cenazeyên 3 ji van rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
SEWQIYATA LEŞKERÎ DEWAM DIKE
Li vî bajarî ku ji Îlona 2015'an û vir ve amadekariya şer tê kirin, tevî ku di ser êrîşan re 25 roj derbas bûne jî sewqiyat dewam dike. Li ser bajêr balafirên keşfê yên bê mirov û helîkopter her roj digerin. Li bajêr, liv û tevgera ambûlansan her roj kêm nabe. Her wiha bi bahaneya 'kuştî û birîndaran ji derve re radigihînin" personelên ji Şirnexê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji kar hatin derxistin. Piraniya kuştî û birîndarên leşker û polîsan ji xwe dibin 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan.
BERXWEDAN MEZIN DIBE
Dewleta Tirk tevî çekên xwe yên ji teknolojiya dawî, bi hezaran JOH, POH û zêdehî hezar cerdevanên ji Elkê, Qilaban, Hîlal, Şenoba, Balvegeren, Kûmçati Kasrîk û gundên derdorê aniye, nikare bi pêş de biçe. Berxwedana li Şirnexê mezin dibe.