FLAŞ

Li Şirnexê çalakiya li dijî biryargeha tîmên taybet

Hêzên YPS û YPS Jinê li hemberî avahiyeke li nêzî Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê, ku polîsên tîmên taybet lê bi cih bûne, bi roketan çalakî pêk anîn. Piştî çalakiyê li bajêr şerekî dijwar destpê kir.

Li Şirnexê, ku êrîşên qirkirinê û berxwedana gel a li hemberî van êrîşan di roja 24. de ne, şerekî dijwar diqewime. Endamên hêzên YPS û YPS Jinê li hemberî avahiyeke li nêzî Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê, ku polîsên tîmên taybet lê bi cih bûne, bi roketan çalakî pêk anîn. Piştî çalakiyê li bajêr şerekî dijwar destpê kir. Hat ragihandin, di çalakiyê de gelek tîmên taybet mirin e û birîndar bûne.

TÎMEKÎ TAYBET BI GULEYA LI SERÎ KETÎ BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛ

Li heman herêmê polîsekî tîmê taybet, di encama çalakiya sûîqestê ya endamên YPS/YPS Jinê de bi guleya li serî ketî bi giranî birîndar bû. Ev tîmê taybet rakirin nexweşxaneyê û tê gotin rewşa wî xetere ye.

LI TAXAN DIXIN

Li aliyê din tankên li Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogut, 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan, Rêya Qilabanê û li herêma Sîn û Ber a li ser rêya Sêrtê û Gumuştee ku navenda tîmên taybet e, taxan bombe dikin.

Ji ber bomberdûmanê dû bi ser taxên Bahçelîevler, Dîcle, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa û Gazîpaşa ketiye. Her wiha bi maşînên zirxî gule li taxan tên reşandin.

Li van taxên berxwedanê şerekî dijwar diqewime.