Li Şirnexê çalakî, li hemberî qadên gerîla êrîş
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, hêzên gerîla li Şirnexê bi çekên giran çalakiyek pêk anîn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, hêzên gerîla li Şirnexê bi çekên giran çalakiyek pêk anîn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, hêzên gerîla li Şirnexê bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Navendê li ser êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî agahî da.
LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
"4'ê Nîsanê saet di 16:00 de hêzên mê yên gerîla li hemberî girê Seyîdan ê li navçeya Şirnex Qilabanê bi çekên giran çalakiyek lidar xistin. Hejmara mirî û birîndarên leşkerên Tirk ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqola Seyîdan obus û hawan avêt derdora xwe.
ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ
Roja 5'ê Nîsanê (îro) saet di navbera 09:00-10:30 de 2 helîkpterên bi tîpa Kobra li girên Şehîd Gafûr û Şehîd Bager ên li ser sînorê herêma Avaşînê xistin.
4'ê Nîsanê saet 21:00 heta ber destê sibehê saet 03:00, balafirên şer ên artêşa TC bombe li gundê Komûta û derdora rêya Balayan ên li herêma Qendîlê barandin. Ji ber bomberdûmanê xisar li dehl û rezên gundiyan bûye.
4'ê Nîsanê li gundê Girêmîra yê li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, sixurê kontra yê bi navê Adnan Dûran ê bi dijmin re hevkarî dikir, şehîdgehên me xera kir û hevalên me birîndar kir, ji aliyê tîmeke me ve hat cezakirin."