Li Şirnexê çalakî li dijî tûgayê û biryargeha tîmên taybet hat lidarxistin

Li dijî Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogut û avahiya Midûriyeta Perwerdeya Milî ya ji aliyê polîsên tîmên taybet ve weke biryargehê tê bikaranîn, bi çekên giran û roketan çalakiyeke hevdemî hat lidarxistin. Tê gotin gelek kuştiyên dewletê çêbûne.

Li navenda Şirnexê, berxwedana li dijî terora dewleta Tirk di roja 16. de ye. Hêzên YPS û YPS Jin, li dijî Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogut û avahiya Midûriyeta Perwerdeya Milî ya ji aliyê polîsên tîmên taybet ve weke biryargehê tê bikaranîn, bi çekên giran û roketan çalakiyeke hevdemî lidarxistin.

Şerê piştî vê çalakiyê destpê kir, dewam dike. Dû bi ser Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogut ketiye.

Di encama vî şerê dijwar ê li her du cihan de, tê gotin gelek leşker û polîsên Tirk mirin e û birîndar bûne.

Hejmarek zêde ambûlansan berê xwe dan herêmê. Beşek ji van ambûlansan mirî û birîndar rakirin 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan, beşek ji ambûlansan jî berê xwe dan Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Her wiha vînç û maşînên pê wesayît tên kişandin, sewqî Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê hatin kirin. Şerê li herêmê bi dijwarî dewam dike.