Li Şirnexê 3 tîmên din ên taybet hatin kuştin
Li Şirnexê şervanên YPS/YPS JIN’ê li hember tank û wesayîteke zirxî çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wesayîta zirxî hate îmhakirin, herî kêm 3 tîmên taybet hatin kuştin.
Li Şirnexê şervanên YPS/YPS JIN’ê li hember tank û wesayîteke zirxî çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wesayîta zirxî hate îmhakirin, herî kêm 3 tîmên taybet hatin kuştin.
Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê yên rejîma AKP’ê di roja 44. de didome, hate hînbûn ku tankek hate derbkirin, wesayîtek zirxî jî hatiye îmhakirin. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, şervanên YPS/YPS JIN’ê li hember tankeke ku ji danê sibehê ve taxa Bahçelîevler dide ber topan bi roketan çalakî li dar xistin, çeka li ser tankê îmha kirin, tîmekî taybet jî kuştin.
WESAYÎTA ZIRXÎ HATE ÎMHAKIRIN
Her wiha di navber Taxên Yenî û Bahçevlîevlerê de dema derbasbûyina wesayîteke zirxî ya Kobrayê de teqîn pêk hat, di encamê de wesayît îmha bû. Ji 3 tîmên taybet ên di wesayîtê de 2 mîrîn, yek jî bi giranî birîndar bû.
Mirî û birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan.
TOPBARAN DIDOME
Dîsa li ser taxên Yenî, Bahçevlîevler, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Aydinlikevler û Gazîpaşayê ji danê sibehê ve bi top û obusan bomberdûman bênavber didome. Hate dîtin ku di bomberdûmanê de gelek mal û kargeh hilweşiyan.