Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin

Li bajarokê Qesirgê ya Şirnexê di nuqteya kontrolê ya leşeran de Fazil Kûtlû, Nedîm Ergîn û kesekî navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin, birin 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan a Şirnexê.

Li bajarokê Qesirgê ya Şirnexê di nuqteya kontrolê ya leşeran de Fazil Kûtlû, Nedîm Ergîn û kesekî navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin, birin 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan a Şirnexê.

Fazil Kûtlû, Nedîm Ergîn û kesekî ku navê wî nehat zanîn dema ku di nuqteya kontrolê ya leşkeran a li bajarokê Qesirgê ya Şirnexê re derbas dibûn hatin binçavkirin. Piştî demek dirêj li nuqteya kontrolê hatin rawestandin bi wesayîtên zirxî birin 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan a Şirnexê. Sedema binçavkirina 3 kesan nehat zanîn.