Li Şirnexê 2 çeteyên Qesrê hatin birîndarkirin
Çeteyên Qesrê yên ku xwestin bikevin Taxa Yenî ya Şirnexê, ji aliyê şervanên YPS û YPS-Jin hatin astengkirin. Di encama şer de li gorî agahiyên destpêkê 2 çeteyên qesrê hatine birîndarkirin.

Li Şirnexê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewletê 23 roj in berxwedan didome, şer berdewam dikin. Ji saetên danê sibehê ve Taxa Dicleyê bi awayekî dijwar tê bomberdûmankirin. Piştî bomberdûmanê di gelek malan de şewat derket. Di navbera hêzên dewletê yên ku xwestin bikevin taxan û şervanên YPS û YPS-Jin de cih bi cih şer derketin.
Çeteyên Qesrê yên ku îro saetên nîvro xwestin bikevin Taxa Yenî rastî çalakiya Sûîqestê ya hêzên YPS/YPS-JÎN’ê hatin. Li gor agahiyên destpêkê 2 çeteyên Qesrê hatine birîndarkirin. Bi ambûlansê her du çeteyên Qesrê rakirin 23’mîn Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan û hêzên dewletê piştre bi çekên giran êrişî taxê kirin.
Her wiha ev 4 saetin li ser rêya Qilabanê jî şer heye û dengê çekan te. Ji qada şer tû agahî nayên bi dest xistin.