NÛ BÛ

Li Şirnexê 2 çawîşên pispor, 1 berbaz mirin; gelek birîndar hene

Di şerên li Şirnexê de 2 çawîşên pispor û berbazek mirin, gelek birîndar jî hene.

Di şerên li Şirnexê de 2 çawîşên pispor û berbazek mirin, gelek birîndar jî hene.

Li hember navenda Şirnexê êrîşên qirkirinê dewam dikin, di şerên li Taxa Bahçelîevlerê herî kêm 3 çeteyên Qesrê hatin kuştin. Yek jê berbaz, 2 çawîşên pispor bi giştî 3 çete mirin, hate ragihandin ku 4 jê giran gelek leşker jî birîndar bûne.

Bi ambûlansan ve mirî û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan.

Danê nîvro jî li heman taxê wesayîtek zirxî ya Akrep hatibû derbkirin û çeteyekî Qesrê tê de miribû, 2 jî birîndar bibûn.

Li hember taxên Bahçelîevler û Yenî bomberdûman didomin; li derveyî taxan jî cih bi cih şerên dijwar pêk tên.