Li Sipoliyê 3 zarok hatin girtin

Li Sipoliyê 3 zarok hatin girtin

Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê polîsan di ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de 10 zarok hatin binçavkirin. Ji 10 zarokên hatin binçavkirin jê 3 zaro hatin girtin.

Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê polîsan di ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de polîsan 10 zarok binçavkirin. 10 zarokên hatin binçavkirin piştî lêpirsînê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Zarokên bi navê C.B. (17), Y.Z. (17), H.K. (17), M.K. (15), Ş.B. (16), E.O. (16), Ç.A. (15), S.K. (14), R.T (17) û A.Y. (15) sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Dozger 3 zarok serbest berdan û 7 zarok jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî ji 7 zarokan C.B. (17), Y.Z. (17) û H.K. (17) bi îdîaya li "Li dijî xala 2911'an derketine" biryara girtinê da û 4 zarokên din serbest berdan.