Li sînorê Rojava terora dewleta Tirk: 6 şehîd, 6 birîndar
Hat ragihandin ku di encama êrîşa artêşa Tirk de 5 endamên Erka Xweparstinê û endamekî yê Asayîşê şehîd bûn, herî kêm jî 6 kes birîndar bûne.
Hat ragihandin ku di encama êrîşa artêşa Tirk de 5 endamên Erka Xweparstinê û endamekî yê Asayîşê şehîd bûn, herî kêm jî 6 kes birîndar bûne.
Êrîşên artêşa Tirk a li ser gundên sînorê navçeya Raco yê Eferînê dewam dike.
Artêşa Tirk di saet 18:00’an de bi tank, obus, hewan û çekên giranê êrîşî gundê Sûrkê yê li ser sînorê navçeya Raco yê Efrînê kir.
5 ŞEHÎD
Di encama êrîşê de 5 endamên Erka Xweparstinê û endamekî asayîşê jî jiyana xwe ji dest da.
6 BIRÎNDAR IN
Hat ragihanin ku dema welatiyên sivîl xwstin 4 endamên birîndar ên Erka Xweparastinê bigirin ber bi sînor ve meşiyan. Artêşa Tirk gule li ser welatiyên sivîl reşandin. Li vir di encama êrîşa leşkerên Tirk de 2 sivîl birîndar bûn.
Li gel êrîşa li herêmê dewam dike jî tevgera pêgerên keşfê yên bê mirov jî pêk tê.