Li navçeya Silopî ya Şirnexê kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar molotof avêtin du dibistanan.,
Şeva din kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar molotof avêtin du dibistanên Seretayî yên Sevgî û 23’ê Nîsanê yên li Taxa Barbaros ya navçeya Silopiyê. Di her du dibistanan de jî zirara aborî rû da, her wiha gelek polîs sewqî cihê bûyerê kirin. Hate hînbûn ku di derbarê bûyerê de hûrkolîn hatiye destpêkirin.