LEZGÎN

Li Silopiyayê zarokek hate qetilkirin yek jî birîndar e

Li Silopiyayê ku pêkanînên rewşa awarte car din di meriyetê de ye ber êvarê 2 xwişk û birayên ku di şaneşîn malê de dilîstin rastî êrîşa leşkeran hatin.

Li Silopiyayê ku pêkanînên rewşa awarte car din di meriyetê de ye ber êvarê 2 xwişk û birayên ku di şaneşîn malê de dilîstin rastî êrîşa leşkeran hatin. 

Di gulebarana leşkeran de zarokek hate qetil kirin zarokek jî birîndar bû. 

Li navçeya Silopiyayê ya Şirneşê piştî bi navê "qedexeya derketina kolanan" êrîşên tevkujiyê ji nû ve destpê kir komkujiyên hêzên şer ên hikumeta AKP'ê bênavber didome. 

Di saetên ber êvarê de 2 xwişk û birayên ku di şaneşîna mala xwe ya li Taxa Başakê de dilîstin rastî gulebarana leşkaran hatin. 

Di êrîşê de zaroka bi navê Rahîme Sanir (14) hate qetil kirin kekê wî yê bi navê Murat Sanir jî (17) birîndar bû. Êrîşên tîmên taybet ên bi çekên giran a li taxê didome. 

Li navçeyê di êrîşên nav rojê de 6 welatiyên din jî ji aliyê hêzên şer ên hikumeta AKP'ê ve hatin qetilkirin.