Li Silopiyayê xanî û kargeh ji aliyê AKP'ê ve tên hilweşandin

Li navçeya Şirnex Silopiyayê "qedexeya derketina derve" ya herî dawî hat ragihandin, di roja 12. de ye.

Tevî ku li navçeya şer nîne jî, ji hoparlorên Qeymeqamtiya Tirk a li navçeyê hat ragihandin, ku qedexe wê dewam bike.

Şêniyên navçeyê nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û gotin, "madem qedexe dewam dike, çima maşînên kar mal û kargehên me xera dikin."

Li aliyê din, li taxên Başak û Barbarosê ku ji ber bomberdûmana rojên destpêkê gelek xanî xera bûn, xaniyên mayî jî ev 4 roj in ji aliyê hêzên dewletê ve bi maşînên kar tên xerakirin.