Li Silopiyayê şerekî dijwar qewimî
Li Silopiyayê duh bi şev şerekî dijwar qewimî. Li navçeyê derketina derve hat qedexekirin.
Li Silopiyayê duh bi şev şerekî dijwar qewimî. Li navçeyê derketina derve hat qedexekirin.
Li taxa Cûdî ya navçeya Şirnex Silopiyayê duh bi şev şer dekret. Di êrîşên li hemberî maşînên zirxî yê polîsan de gelek polîs mirin û birîndar bûn.
Li taxa Cûdî ku dengê çekan lê kêm nebû, heta ber destê sibehê şer dewam kir.
Şerê li navçeyê dewam dike. Walîtiya Tirk a li Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji saet 04:30 û pê ve 'derketina derve qedexe' ye.
Anonsa qedexeyê ji wesayîtên polîsan û mizgeftan hat kirin.