Li Silopiyayê polîsên Tirk avêtin ser malan

Li Silopiyayê, Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Mahmût Yildizgoren jî di nav de gelek kes di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin.

Li Silopiyayê, Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Mahmût Yildizgoren jî di nav de gelek kes di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin.

Polîsên Tirk danê vê sibehê li taxên dorpêçkirî yên Silopyayê bi ser gelek malan de girtin. Polîsên Tirk welatiyan ji malên wan derdixin û li hewşa midûriyeta polîsan a Silopiyayê kom dikin. Polîs piştî nasnameya wan di GBT'ê re derbas dikin, destûrê dide ku wan derkevin derveyî bajêr. Li aliyê din polîs bi ser gelek malên li taxên cuda de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokê DBP'ê yê Silopiyayê Mahmût Yildizgoren jî di nav de gelek kes binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Silopiyayê. 

Êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî tax û kolanan dewam dikin.