Li Silêmaniyê 5. Kongreya Tibê ya Mezopotamya destpê kir
Li Silêmaniyê 5. Kongreya Tibê ya Mezopotamya destpê kir
Li Silêmaniyê 5. Kongreya Tibê ya Mezopotamya destpê kir
Li bajarê Silêmaniyê 5’mîn Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê li Telahî Huner bi duruşmeya “Helebçe sembola Kurdan”, “Em dê bi tiba zanistî birînên Helebçeyê bipêçin” destpê kir.
Li bajarê Silêmaniyê 5’mîn Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê li Telarî Huner bi duruşmeya “Helebçe sembola Kurdane” û “Em dê bi tiba zanistî birînên Helebçeyê bipêçin” destpê kir. Şeva din kongre bi resepsiyonekê destpê kir. Axaftina vekirina kongreyê Wezîrê Tenduristî Dr. Rêkewet Mihmed Reşîd kir.
Serokê Komîteya Zanistî ya Kongreyê Taha Mahwî diyar kir ku, ev kongre wê li ser zirer û ziyanê piştî karanina çekên kimyawî derdikevin holê bê nirxandin. Her wiha Mahwî diyar kir ku, ev nexweşî çine hem di aliyê psîkolojî hem ji di aliyê cesteyî de, wê nexweşî çawan bên çareserkirin ji aliyê bijişkan ve bê nirxandin.
Her wiha endnamê komîteya amadekar Dr Şêxmûs Ozmen diyar kir ku, nêzîkî 600 delege beşdarî konferansê bûne, delegeyên ku beşdar kongreyê bûn ji Bakûr, Başûr, Rojava, Rojhilat û ji gelek deverên cihanê yên weke Amerîka, Almanya, Bangeledeş hwd pêktên. Serokê Odeya Tibê ya Tirkiyeyê Ozdemir Akta jî weke degelege başdar bû.
Di berdewam axaftina xwede Ozmen diyar kir ku, mijarên sereke yên vê kongreyê çekên kimyawî û pirsgirêkên tenduristiyê ne. Ozmen wiha pêde çû: "Ev kongre taybet ji bo nasandina çekên kimyawî yên li Helebçe hatin bikaranîn û li dij derketina çekên kîmyawî ye." Endamê komîteya amadekar Şexmûs Ozmen destnîşan kir ku, kongre wê sê rojan berdewam bike. Di van sê rojan de bijîşk wê li ser nexweşî û çareseriyên wan nêriînên xwe bînin ziman.
Ozmen aşkera kir ku, wê li ser sîstema tenduristiya Başûr jî nirxandin werin kirin. Her wiha li deverên din sîstem çawaye hemû parçe wê hevdû agahdar bikin.
Her wiha dê hemû delege roja 16’ê Adarê bi hev re biçin Helebçe û li wir daxuyaniyekê bidin.
Di salona kongreyê de sindoqek ji bo alîkariya gelê Rojava hate danîn.