Li Şêxlera Jêrîn şer û pevçûnên dijwar

Li bajaroka Şêxlera Jêrîn (Şiyux) şer û pevçûnên dijwar ên di navbera YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de berdewamin. Di pevçûnan de heya niha komeke çete ya ji 9 kesan pêk dihat ji alî şervanên YPG’ê ve hatin tinekirin.

Nûçegihanên ANHA’yê ji Kobanê ragihandin ku vê êvarê saet derdora 18:30’an de li navenda bajaroka Şêxlara Jêrîn şer di navbera şervanên YPG’ê u çeteyên DAIŞ’ê de dijwar bû. Hêzên YPG’ê di pevçûnan de komeke çeteyên DAIŞ’ê ku hejmara wan nehat zanîn bi temamî kuştin.

Li gori agahiyên ku nûçegihanan dane, di encama vê pevçûnê de serçeteyê bi navê Ebû Xelîl û 9 çeteyên bi navê Ebû Evdilqadir, Ebû Miqdad, Ebû Mihemed Unizî, Heyder El-Zêdî, Ebû Usame, Ebû Salih, Ebû Udeyh, El-Zebbah û Ebû Sufyan ji alî şervanên YPG’ê ve hatin kuştin.

Li navenda bajaroka Şêxlera Jêrîn şer hê jî bi dijwarî berdewam e û şervanê YPG’ê di vî şerî de serçeteyê bajaroka Şêxlera Jêrîn ê bi navê Ebû Ezzûz El-Cerablusî jî bi giranî birîndar kirine.