Li Şêx Meqsûdê topbaran çeteyan didome

Topbarana çeteyên SÛK’ê ya li ser Taxa Şêx Meqsûdê dewam dike. Di encama êrîşê de heta vê gavê 6 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, 13 sivîl jî birîndar bûne.

Çeteyên SÛK’ê yên ku li Kefer Hemre ya dikeve BakurêTaxa Şêx Meqsûdê bi cih bûne, ji saet 14.45 bi topên hawanan ve Taxa Şêx Meqsûd didime. Topbarana çeteyan heta van kêliyan jî dewam dike.

Di encama topbarana çeteyan de heta niha 1 jê zarok 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û ji ber topbarana dijwar nasnameyên wan nehat zanîn. Di heman demê 13 sivîlên ku birîndarbûne ji bo dermankirinê rakirine Navenda Heyva Sor a Kurd.

Navê hinek welatiyên ku birîndar bûne wiha ne: Mehmûd Derwîş (46), Suad Soranî (20), Mûsa Mihemed (61), Ebd Rehman (50), Mihemed Fexrî (60), Cuma Dawûd (10) û Îman Mihemed (19).