Li Şêx Meqsûdê çeteyan zarokek birîndar kirin
Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ji ber êrîşên komên çeteyan zarokekî 12 salî birîndar bû.
Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ji ber êrîşên komên çeteyan zarokekî 12 salî birîndar bû.
Sekvanên komên çete yên ser bi qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê, ku ENKS jî di nav de ye, Şemis Mihemed ê 12 salî li taxa Şêx Meqsûd birîndar kirin.
Mihemed li kolana 20. birîndar bû. Şêniyên taxê ew rakirin Navenda Tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd.