FLAŞ

Li Şêx Meqsûdê 5 welatiyên sivîl hatin qetilkirin

Di êrîşên çeteyên SÛK û ENKS’ê ya li hember Şêx Meqsûdê de 5 welatiyên sivîl hatin qetilkirin, 6 kes jî birîndar bûn.

Çeteyên ENKS’ê û Koalîsyona Netewîya Sûriye (SÛK) ên ku ji aliyê Erdogan ve tên piştgirîkirin û ji agirbestê firsend dîtin, ji 16’ê Sibatê û şûn de êrîşên xwe yên li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê didomînin.

Di êrîşan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.

Hêjmara kesên di rojên dawî de ji aliyê êrîşên çeteyên SÛK û ENKS’ê ve hatine qetilkirin gihişte 24 kesan. Di êrîşan de jî 86 kes birîndar bûne.

Êrîşên çeteyan ên li hember taxê hê jî berdewam dikin.