Li Sêrtê di nav de ÎHD û Odeya Tabîban jî heyî endamên Meclîsa Aştiyê ku ji aliyê hinek rêxistinê civakî yên sivîl ve hatî avakirin, ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê li ber Girtîgeha Tîpa F ya Sêrtê çalakiya rûniştinê pêkanîn. Girseya ku piştî çalakiya rûniştinê dest bi meşêkirin, polîsan bi bombeyên gazê êrîş kir.
Li Sêrtê Endamên Meclîsa Aştiyê ku di nav de ÎHD û Odeya Tabîban jî heye, li ber deriyê Girtîgeha Tîpa F ya Sêrtê pankarta “Em mirinên di girtîgehê de naxwazin” vekirin û daxuyanî dan çapemeniyê.
Rojnamevan Cûmhûr Kiliççioglû ku li ser navê rêxistinên civakî yên sivîl daxuyaniya çapmeniyê xwend û diyarkir ku, çalakiya birçîbûnê ya girtiyên siyasî dane destpêkirin di roja 55’an de ye. Kiliççioglû got: “Guh kerbûne, çav kore, wijdan nemane û ger ev rewşa xirab berdewam bike dê mirin çêbibin. Di çalakiya birçîbûnê de rewşa krîtîk derbazbûye û her gavekê dibe mirin çêbibin. Li hember van daxwazên rewa bêdeng mayîna hikumetê, bi wijdan, mirovî û exlaqî nayê rave kirin. Em weke takekes û rêxistinên civakî yên sivîl, ji bo êşên û şkestinên civakî çênebin, pêwîste hemû kesimên bihîstiyar lezgîn pêngavên ji bo bendewariyan bibin bersiv bi avêjin. Daxwaza bingehîn ya me xwediyê wijdana ewe ku, hikumet pêngavên zelal yên ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi avêje û her wiha wijdan û rûmeta raya giştî neşkêne.”
Endamên komê qasî 10 deqîqeyan fîrikên gel xwe anîn lêdan û çalakiya rûniştinê pêkanîn. Piştî çalakiya rûniştinê, koma ku li ser rêya ber girtîgehê xwest bi meşe polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirê.