Li Sêrtê di serdegirtinên malan yên serê sibehê de hêjmara binçavkiriyan giha 10’an. Li Sêrtê polîsên sivîl û tîmên taybet di ser malên taxên Sakarya, Conkbayir û Domlûpinarê de girtin. Di serdegirtina malan de 10 kesên temenê wan ji 18 saliyê kêmtir hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku, 10 kesên hatine binçavkirin bi îdîaya “Kevir avêtine polîsan” û “Zirar dane malê cemaweriyê” hatine binçavkirin.