Di 20’mîn kîlometreya li ser rêya Sêrt û Dihê, di xebatên firehkirina rê de, 100 gorên aydî Ermeniyan derketin holê.
Li ser rêya Sêrt û Dihê dema xebatên çêkirina rê dihat kirin, di kîlometreya 20'emîn de goristana aydî Ermeniyan derket holê. Di çêkirina rê de goristana ku ji 100 hestiyan pêk tê derket holê. Li nêzî dêra Ermiyan ku kolandin dihat kirin gora komî ya Ermeniyan hate dîtin. Hate zanîn ktu dema Dêra Ermeniyan ya Derşimiş hatibû avakirin goristan li wir hatibû çêkirin. Rayedaran derbarê hestiyan de agahî nedan.