Li Sêrtê 6 zarok hatin binçavkirin

Li Sêrtê 6 zarok hatin binçavkirin

Li Sêrtê polîsan di ser gelek malan de girtin û 6 zarok binçavkirin

Li Sêrtê di demjimêrên serê sibehê de polîsên sivîl yên Midûriyeta Polîsan ya bajar û tîmên taybet di ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malên li taxên Sakarya, Cokbayir û Dûmlûpinarê de zarokên bi navê C.B. (14), Ý.A. (14), Y.S. (14), C.O. (14), O.O. (15) ve V.O. (15) hatin binçavkirin. 6 zarokên birin Midûriyeta Polîsan ya bajar, nehat zanîn ka ji ber çi hatine binçavkirin. Hate diyarkirin ku, dibe hêjmara binçavkiriyan zêde bibe.