Li Serêkaniyê şerê ku bi êrîşa komên çete yên çekdar destpê kir didome. Hate ragihandin ku di şerê li ser xeta sînor didome de tetîk kêşekî komên çete hatiye kuştin.
Komên çete yên çekdar ku duh piştî nîvro ji aliyê Bakûrê Kurdistanê ve bi alîkariya Tirkiyeyê bi tank û çekên giran êrîşî bajêr kiribûn, lê rastî bexwedana tund a YPG’ê hatibûn, îro derdora demjimêr 14.00’an de dîsa êrîş kirin. Bi êrîşê re hêzên YPG’ê jî bersiv dan û şer destpê kir. Komên çete yên ku di 8’ê Mijdarê de dema ketibûn bajêr li Taxa Mehetê ya ereban bicîh bûne, ji vir taxên Xiraba û Hawarna gulebaran dikin. Di şerê ku hêzên YPG’ê berxwedanek tund nîşan didin de, di navbera Mehetê û Xiraba de tetîk kêşekî komên çete hate kuştin.
Hate ragihandin ku tankên heman koman duh ji aliyê Tirkiyeyê ve anîbûn jî, li ser sînor têne rawestandin.