Piştî hêzên çekdar li Serêkaniyê êrîşê gel kir û di encamê de Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl jiyana xwe ji dest da YPG’ê jî mudaxeleyên komên çete yên çekdar kir. Hat îdîakirin ku di encama pevçûnan de rêberên çeteyan hatine kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) duh êrîşê binkeyên hêzên çete yên li derdora Serêkaniyê kirin û di encamê de herî kêm 3 rêberên çeteyan hatine kuştin.
Li gorî avahiyên çavkaniyên herêmî dane, ji rêberên koma bi navê Ghuraba el Şam Alî Aksud, Mecîd Ebdullah û e Fair Heci Rahim hatine kuştin.
Saziya ku bi navê Yekitiya Koordînatoriyên Şoreşê ya Sûriyeyê jî aşkere kir di encama pevçûan de 12 endamên komên çete hatine kuştin.