Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê piştî ku komên çekdar êrîşî noqteya asayîşa sivîl kir û Serokê Meclîsa Gel a Bajêr kuşt, şerê di navbera YPG'ê û van koman de didome. Derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatine bidestxistin, lê li gorî hinek malperên înternetê Serokê koma Guraba El Şam Macît El Ebdullah hatiye kuştin. TEV-DEMê jî banga parastinê li YPGê kir û diyar kir ku ev planek a Tirkiyeyê ye.
Piştî ku Desteya Bilind a Kurd biryar girt dê îro li Serêkaniyê meşekê lidar bixe, ji bajarên Qamişlo, Amudê û Dirbêsiyê gelek welatî bi wesayîtan ber bi Serêkaniyê ve derketin rê. Lê beriya meşê komên çete yên ku di 8'ê Sermawezê de ji aliyê Tirkiyeyê ve ketibûn bajêr û bibûn sedema gelek nexweşiyan, êrîşî noqteya asayîşa sivîl kirin û nehiştin ku gel dakeve bajêr, her wiha ala asayîşê şewitand.
Ji ber vê yekê Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl û rayedarên PYD'ê çûn cihê bûyerê û xwestin ku ji van koman re bêjin meşa gel heye, lê van koman gule barandin. Di encamê de Abid Xelîl û ciwanek hatin qetilkirin û 5 endamên asayîşê jî birîndar bûn. Li ser vê yekê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) mudaxeleyî van koman kirin û pevçûnan destpê kir. Di pevçûnan de endamê YPG'ê Weysî Seît birîndar bû. Hate gotin ku rewşa wî baş e.
Hate ragihandin ku piştî pevçûn zêde bûn, artêşa Tirk bi topan herêm bombebaran kir. Herwiha hate gotin ku piştî mudaxeleya YPG'ê komên çekdar xwe paşve kişandin û berê xwe dan aliyê Kobanê.
GEL BERÊ XWE DA SERÊKANÝYÊ
Li aliyê din piştî ku hat bihîstin komên çete êrîşî noqteya kontrolê ya asayîşa sivîl kirin Serokê Meclîsa Gel a Bajêr Abid Xelîl kuştine, ji bajarên Qamişlo, Amudê û Dirbêsiyê bi hezaran welatiyan bi wesayîtan berê xwe dan Serêkaniyê. Lê ji ber ku pevçûn zêde bûn, girseya gel ji aliyê rayedarên meclîsên bajaran ve paşve hatin vegerandin.
LÝ QAMÝŞLO Û GÝRKÊ LEGÊ GEL DAKET KOLANAN
Piştî pevçûnan destpê kir, li paytexta Rojavayê Kurdistanê Qamişloyê jî bi hezaran welatî daketin kolanan û êrîşên komên çete şermezar kirin. Welatiyên ku hêrsa xwe anî ziman, her wiha piştgiriya xwe ya jibo YPG'ê nîşan da. Li bajarê Girkê Legê bi hezaran welatî daketin kolanan û êrîş şermezar kirin.
Li bajêr şer û pevçûn hîn jî didomin. Hate ragihandin ku pevçûn zêdetirîn li aliyê gumrukê û ser riya Dirbêsiyê gur bûye. Ji ber pevçûnan ketina bajêr bi zehmet bûye. Der barê kuştî birîndaran de agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Hate ragihandin ku 2 kes ji aliyê komên çete ve dîl hatine girtin. Li gorî hinek malperên înternetê jî, serokê koma çete ya bi navê Guraba El Şam Macit El Ebdullah ku bi navê Ebu Esad tê nasîn jî hate kuştin.
TEV-DEM: 'PLANA TIRIYEYÊ YE'
Piştî êrîşa komên çete, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Serêkaniyê komên çete beriya meşa girseyî ya Desteya Bilind a Kurd êrîşî alên asayîşa sivîl kirine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Serokê Meclîsa Gel a Bajêr Abid Xelîl xwestiye ji van koman re bêje meşa gel a sivîl û demokratîk heye, lê van çeteyan gule barandine û di encamê de Xelîl 2 gule ji serê xwe, yek jî ji singa xwe xwar û şehît ketiye, her wiha 5 endamên asayîşê jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de bal tê kişandin ku TEV-DEM van êrîşan wekî perçeyek plana Tirkiyeyê dibîne û ev tişt hatin gotin: "Ev êrîşek plankirî ye û hêzên dixwazin li pêşiya îradeya gelê me û Desteya Bilind bibin kelem pêk aniye. Desteyê xwest meşekê lidar bixe û ji gel bixwaze ku vegerin malên xwe. Bi vê meşê re dê gel vegeribaya bajarê xwe û ev kom jî dê ji neçarî ji bajêr derketibana." Di daxuyaniyê de ji gel hate xwestin ku li dijî van êrîşan bisekine û piştgiriya YPG'ê bikin û wiha hate gotin: "Ji ber ku YPG maf û bajarên kurdan diparêze.
TEV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de pêşniyar kir ku li Serêkaniyê ji hemû netew û eşîrên wekî kurd, ereb, suryanî, asurî komîteyek hevbeş bê avakirin.
Di dawiya daxuyaniyê de êrîş bi tundî hatin şermezarkirin. Her wiha ji malbata Abid Xelîl û gelê kurd sersaxî, ji birîndaran jî şifa hate xwestin û wiha hat gotin: "Em bawerin ku dê gelê me li dijî van êrîşan raneweste û şoreşa xwe heta dawiyê berdewam bike."
Komên çete yên navborî, di 8'ê mijdarê de ji aliyê Tirkiyeyê ve ketibûn bajêr. Piştî ev komên çete ketin bajêr ku tê gotin ji Tirkiyeyê piştgiriyê digirin, hêzên rejîmê jî herêm bombebaran kiribû.Di encama van êrîşên li Serêkaniyê de herî kêm 10 sivîl jiyana xwe ji dest dan, 70 birînda rbûn, nêzî 50 xanî hilweşiyan û zêdetirê 11 hezar kes koçber bûn.
Hêjayê gotinê ye ku Rojavayê Kurdistanê ji roja bûyerên li Sûriyeyê dest pê kirin adara 2011 ve cihê herî aram ê Sûriyeyê bû.