Artêşa Azad ji aliyê Tirkiyeyê ve ket herêmên ku piranî ereb lê dijîn ên bajarê Serêkaniyê. Di encama pevçûna di navbera hêzên rejîmê û Artêşa Azad de ji herdu aliyan kuştî û birîndar çêbûn. Li aliyê din hinek hinek kesên ereb û derdorên kurd jî tevlî hinek televîzyonên erebî dibin û dixwazin di navbera ereb û kurdan de aloziyê derxînin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro serê sibê saet derdora 04.00’an de hêzên Artêşa Azad ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasî herêmên ereban ên Serêkaniyê bû. Piştî ku hêzên Artêşa Azad ketin bajêr, di navbera wan û hêzên rejîmê de pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de ji herdu aliyan kuştî û birîndar çêbûn. Hate ragihandin ku birîndarên Artêşa Azad di Deriyê Sînor ê Serêkaniyê re birin nexweşaneyên li navçeya Serêkaniyê ya bajarê Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê.
Piştî pevçûna serê sibê, hêzên Artêşa Azad ketin taxên ereban û pevçûn niha rawestiyan e. Li aliyê din hêzên rejîmê ji bajarê Hesekê yekîneyên leşkerî şandin herêmê.
Di vê navberê de ji bajarê Hekesê kesek li ser navê Artêşa Azad tevlî televîzyona El Erebiye bû û îdîa kir ku hêzên leşkerî yên kurdan xwe amade dikin ku êrîşî Artêşa Azad bikin. Heman kesî bang li eşîrên ereban kir ku êrîşî kurdan bikin.
Hate ragihandin ku Partiya Azadî a Kurd jî civînek li dar xistiye û hewl dide ku di navbera kurd û ereban de aloziyan derxîne.
Li ser îdîayên kesê ku li ser navê Artêşa Azad tevlî televîzyona El Erebiye bû, Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ev îdîa hemû derewin. Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de tê gotin ku tu pirsgirêkên wan bi Artêşa Azad re tune ne û banga yekîtiya gelan kir.