Hate ragihandin ku komên çete yên bi navê Cebhet El Nasra û Guraba El Şam ku dixwazin bikevin bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, ji bajarên wekî Hemayê hêzên pêvek tînin û li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê kom dikin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, koma bi navê Cebhet El Nasra ji navçeya Xab a girêdayî bajarê Hamayê 208 çeteyên din ên çekdar bi riya Tirkiyeyê derbasî sînorê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kirine. Hate ragihandin ku ev kom niha li ser sînor tê sekinandin.
Tê gotin ku vê koma çete îdîa kiriye ku wan bajarê Hema rizgar kiriye, niha jî dê herêmên kurdan rizgar bikin. Lê balkêş e ku bajarê Hamayê hîn jî dibin kontrola rejîmê de ye û şer lê didomin. Ev yek wekî, “Ev komên hanê bi pereyan dixebitin û ji aliyê hêzên êrîşî destkeftiyên kurdan dikin ve tên bikaranîn. Loma ji bo wan nirx na, pere girîng e” hate şîrovekirin.
Li aliyê din, pevçûnên ku li Serêkaniyê di saetên êvarê de bi êrîşa komên çete destpê kir û YPG’ê jî bersiv da, piştî dinya tarî bû, hinekê rawestiyan e. Hate ragihandin ku komên çete li ser sînor radiwestin.